7 penaber di deryaya Egeyê de xeniqîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê careke din belemeke penaberan di deryaya Egeyê de binav bû û 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Li bajarê Çanakakkaleyê dûrperavên Ayvacikê belema penaberên ku dixwastin bi rêyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin bin av bû. Di encamê de tarmê 7 penaber hatin dîtin û 2 ji wan zarok in.
Nayê zanîn di belemê de çend penaber hebûn û xebatên hêzên ewlekariya deryayî a lêgerîna li termên din berdewam dike.
S. B