PYD: Divê rêjîm federaliyê qebûl bike ta derbasî Efrînê bibe

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo radigihîne, ta niha ti encam ji civînên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêjîma Sûriyê de derneketin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo radigihîne, ta niha ti encam ji civînên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêjîma Sûriyê de derneketin.

Sîhanok Dîbo ji K24ê re da zanîn, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê Encûmena Cibicîkar a Efrînê bangewaziyek ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî re şand, herwiha ji rêjîma Sûriyê re jî şand da ku bi erkên xwe yên parastina serweriya xwe rabe.

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê amaje bi civînên vê dawiyê yên di navbera HSD û rêjîma Sûriyê yên derbarê derbasbûna hêzên rêjîma Sûriyê ji herêma Efrînê re kir û aşkere kir, ta niha ti encam ji wan civînan derneketine.

Got jî, ji sala 2012an ve û ta niha li gor siyaseta wan a girtina xêza sêyem ewqas dezgeh û destkeft li Rojavayê Kurdistanê ketine destê wan, nayê qebûlkirin ew destkeft hemû radestî rêjîma Sûriyê bibin.

Hat ragihand ku rêjîma Sûriyê ji bo derbasbûna ji herêma Efrînê re û parastina sînorê di navbera Efrîn û Tirkiyê de merca radestkirina hemû dezgehên Efrînê ji HSDê kiribû.

Sîhanok Dîbo li ser wê yekê tekez kir, ti kesek nikare îradeya xwe li gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bisepîne û got: “Heger rêkeftinek ligel rêjîma Sûriyê bê kirin, dê bi merca qebûlkirina wê ji sîstema federaliya Bakurê Sûriyê û hêzên HSD, YPG û YPJ be. Heger kesek ji bilî vê bixwaze, rê li pêşiya wî girtiye.”

Li ser pirsa derbasbûna Pêşmergeyên Roj ji bo Efrînê û berevanîkirina li wê de, Sîhanok Dîbo çi hêzek bê bin Sîwana HSDê û rêveberiya YPG û YPJê, ew dibe cihê pîrpzbahiyê.