Xortekî Efrînê kuştî hat dîtin

Li Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê girtin, revandin, eşkencekirin û kuştina Kurdan, ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve, berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li  Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê girtin, revandin, eşkencekirin û kuştina Kurdan, ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve, berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, bavê du zarokan Egîd Mihemed Şêx Hesen yê 24 salî ku ji gundê Evrazê yê navçeya Mabata ye, roja 15ê vê mehê termê wî li nav darên zeytûnê li kêlek çemê Ziravkê kuştî hat dîtin.

Li gor zanyariyên wê rêxistinê, dawî car Mihemed Şêx Hesen hatibû dîtin, berî mirina wî bi 3 rojan bû, ku bi otombîla xwe çû Dadgeha Leşkerî ta hebûna xwe biçespîne, ji ber ku biryarek derbarê wî de hebû û divê her demekê ew xwe li wê dadgehê bimîne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ev çandîn car in welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên revandin û termê wan li ser rê û li nava zeviyên zeytûnan kuştî tên dîtin

  

 

S. B