Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Sûriyê

Liser êrîşa hemberî Sûriyê çi gotin?

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |

Liser êrîşa hemberî Sûriyê çi gotin?
Êrîşa liser Şamê demjimer 04:00 destpêkir
Trump Amerika NATO Putin Rûsya Iran Tirkiye Fransa Brîtanya

K24 – Navenda Nûçeyan

 Vê sibehê demjimêr derdora 04:00an bi dema Hewlêrê hêzên Fransa, Brîtanya û Amerika Şam a paytexta Sûriyê kirin armanc. Hêzên Hevpeymanan diyarkirin ku, êrîşî bînkeyên berhemanîna gazên kîmyawî kirin e. Di êrîşê de mûşekên Tomahawk û belafirên Tornado hatin bikaranîn.

Helwêsta welatên cuda liser êrîşe çi bû?

Îran: Serokomarê Îranê hesen Rûhanî diyarkir ku, “Êrîşa liser Sûriyê dê rewşa Rojhilata Navîn aloztir bike. Ev êrîş dijminkaran e ye. Vekirî dibêjim, Amerika, Brîtanya û Fransa kûjer in”.

Rûsya: Serokê Rûsyayê Vladimir Putin da diyarkirin: “Em bi awayek herî tund vê êrîşê şermezar dikin. Ev êrîş hincetek a van welatan e, ku êrîşî hikumeta rewa ya Sûriyê bikin. Pîsporên me lêkolîn li wan deveran ku tê gotin, gazên kimyawî hatine bikaranîn kirin û tu encamek a bikaranîna gazên kîmyawî nekarin peyda biin û bibînin”.

Tirkiye: Wezareta Derve ya Tirkiye daxûyaniyek belavkir: “Tirkiye ligel vê Operasyonê ye û bi dilxweşî pêşwaziya encamdan a Operasyonê dike”.

Amerika: Serokê Amerikayê demjimêr 04:00an bi destpêkirina Operasyonê ve daxûyanî da: “Niha hêzên Amerika, Fransa û Brîtanya, hêzên Esed ku tewanbarê bikaranîna çekên kimyawî dikin armanc û êrîşên liser Suriye destpêkir”…

Fransa: Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron daxûyaniyek nivîskî weşand: “Li Dûmayê di 7ê Nîsanê dejin, zarok, mirovên sivîl, li hemberî her peymanek navneteweyî, bi çekên kimyawî hatin qetlkirin. Rejîma Sûriyê ev kiryara rûreş pêkanî, di vê yekê de gûman nîn e. Xeta Sor hate derbaskirin û li hember vê nabe bêdengiyek hebe. Min fermana êrîşa vê sibehê  da hêzên me”.

Brîtanya: Serokwezîra Brîtanya Theresa May axaftinek derbarê Operasyonê de kir: “rejîma Sûriyê bi bikaraîna gazên kimyawî, tu bijardeyek din li pêş me nehişt. Rejîma Şamê bi awayek herî dirindane li hemberî gelê xwe çekên kîmyawî bikar anî. Ev bersîva vê kiryara rejîma Şamê ye”.

Almanya: Şêwirmenda almanya Angela Merkel ragihand, “Êrîşa hemberî Sûriyê hatî kirin, êrîşek sînordar e û armanca wê ew e ku, bala Sûriyê hemberî bikaranîna gazên kimyawî bikşîne. Em piştgiriya vê pêngava hevkarên xwe brîtanya, Amerika û Fransa dikin”.

NATO: Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg piştgiriya xwe bi Operasyonê re anî ziman. “Ev êrîş balkişandinek zelal e! Sûriye dê nikaribe carek din, wekî bixwaze êrîşên kimyawî bike!”

 

 

C.B

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Liser êrîşa hemberî Sûriyê çi gotin?
02 Li Diyarbekirê şehîdên enfalê hatin bibîranîn
03 Dawudoglû: Min dixwest serbazekî artêşa Selahedîn bûma
04 Brîtanya: Armanca êrîşê lawazkirina karînên leşkerî yên rêjîma Esed bû
05 Amerîka û Sûrya û 74 sal ji pêwendiyên tevlihev
06 Esed bi keştiyên firokehelgir û çekên giran hatiye dorpêçkirin
Heftiya Borî
01 Liser êrîşa hemberî Sûriyê çi gotin?
02 Li Diyarbekirê şehîdên enfalê hatin bibîranîn
03 Dawudoglû: Min dixwest serbazekî artêşa Selahedîn bûma
04 Brîtanya: Armanca êrîşê lawazkirina karînên leşkerî yên rêjîma Esed bû
05 Amerîka û Sûrya û 74 sal ji pêwendiyên tevlihev
06 Esed bi keştiyên firokehelgir û çekên giran hatiye dorpêçkirin
Meha Borî
01 Liser êrîşa hemberî Sûriyê çi gotin?
02 Li Diyarbekirê şehîdên enfalê hatin bibîranîn
03 Dawudoglû: Min dixwest serbazekî artêşa Selahedîn bûma
04 Brîtanya: Armanca êrîşê lawazkirina karînên leşkerî yên rêjîma Esed bû
05 Amerîka û Sûrya û 74 sal ji pêwendiyên tevlihev
06 Esed bi keştiyên firokehelgir û çekên giran hatiye dorpêçkirin
Herî li pêş
    Gotar
    Komara Kurdistanê li Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed û Serok Barzanî
    Komara Kurdistanê li Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed û Serok Barzanî
    İbrahim Gûçlû
    Tengahî
    Bayram Bozyel:
    Tengahî
    Cenga ragihandina Turkiyê bi ser Efrînê de
    Ciwan Nebî:
    Cenga ragihandina Turkiyê bi ser Efrînê de
    Efrînê Nekin Qelenê Îdeolojiya xwe!
    Mihemed Hesko:
    Efrînê Nekin Qelenê Îdeolojiya xwe!
    Li dijî Kurdistanê planên mezin ên manipulasyonê hebûne û hene
    Cemal Batun:
    Li dijî Kurdistanê planên mezin ên manipulasyonê hebûne û hene
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2017 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)