Erdogan: Hilbijartin bi aramî bi rê ve diçe

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Stenbolê dengê xwe da û piştî dengdanê ragihand, ta niha proseya hilbijartinan bi awayekî baş bi rê ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Stenbolê dengê xwe da û piştî dengdanê ragihand, ta niha proseya hilbijartinan bi awayekî baş bi rê ve diçe.

Serokomarê Tirkiyê û namzedê AK Partiyê û hevpeymaniya Cumhur Recep Teyip Erdogan ligel malbata xwe li Stenbolê dengê xwe da û piştî dengdanê got, ta niha bi rêjeya zêdetir ji sedî 50 welatî beşdarî proseya hilbijartinan bûne.

Erdogan got jî, proseya hilbijartinê bi awayekî aram û bê pirsgirêk û astengî bi rê ve diçe.

Erdogan diyar kir, piştî hilbijartina vê carê ya serokomariya Tirkiyê, sîstema serokatiyê li welat bo yekemîn car tê peyrewkirin û ev jî pêgeha Tirkiyê bihêztir dike.

Piroseya hilbijartinên Serokatî û Perlemana Tirkiyê îro demjimêr 8ê sibehê bi dema Hewlêr û Enqerê destpê kir û heya demjimêr 5ê êvarî berdewam dibe. 

Ji bo hilbijartina 13mîn serokkomar û hilbijartina xula 27an ya Perlemanê, welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê diçin ser sindoqan.

Li seranserî Tirkiyê, bêtirî 56 milyon kes mafê wan yê dengdanê heye û ji bo wergirtina postê serokkomar 6 berbijar hevrikiyê dikin û li ser 600 kursiyên Perlemanê jî, du hevpeymanî û sê partiyên siyasî di nava hevrikiyê de ne.

 

S. B