Malbata Dr. Silêman piştgiriya referandûmê dike

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Malbata Pêşmergeyê Şehîd Dr. Seîd Çurukkaya ango bi nasnavê xwe Dr. Silêman ku li Gundê Çilkaniya Çewliga Bakûrê Kurdistanê dijî, piştgiriya referandûmê dike. endamên malbata Dr. Seîd ji bo Kurdistan24'ê axivîn û got; 'Dr. Seîd di oxira Kurdistaneke azad û serbixwe de canê xwe feda kir. Dema ku Serxwebûna Kurdistanê hat ragihandin, em ê li ser tirba wî bibêjin; xeyala te bû rastî.'

Doktor Seîd Çurukkaya ango bi nasnavê xwe Dr. Silêman, piştî ku ji ciwaniya xwe ve ji Gundê Çilkaniyê yê ser bi parêzgeha Çewliga Bakûrê Kurdistanê derketibû, di 48 saliya xwe de bi navekî nemir li Ala Kurdistanê pêçayî li ser milên Kurdistaniyan vegeriya gundê xwe. Biraziya Dr. Silêman Newroz Çurukkaya Tûrgût dibêje; wekî mamê min Dr. Seîd, ji malbata me gelek kesan di oxira Kurdistanê de canên xwe feda kirine, em wekî malbat dixwazin ku Dewleta Kurdistanê bê îlankirin. Newroz Çurukkaya Tûrgût amaje dike ku bi ragihandina Dewleta Kurdistanê êdî ew ê li hember pirsên wekî 'Ka Dewleta We?' xwedî bersiv bin.

Biraziya Dr.Silêman Newroz Çurukkaya Tûrgût ji K24ê re wiha axivî: "Armanca mamê min ew bû ku Kurdistana azad û serbixwe bibîne û di wê oxirê de şehîd bû. Em jî ji can û dil wê dixwazin. Înşeallah dê bibe, ji ber ku me wekî malbat bi mamê min Seîd re 3 şehîd dane. Ez dixwazim rojekê biçim ser tirbên hersê şehîdan û ji wan re bibêjim va ew tişta we dixwest, bi cih hat."

Doktorê Niştimanî, sadiqê doza xwe bû, ew ji bo azadiya Kurdistanê bi kesayetiyeke mînak têkoşiya. Sûna Çurukkaya jî jinbiraya Dr. Silêman e û dibêje; Dr. Silêman nexwest li Ewropayê jiyaneke ji rêzê bijî, wî bi rihê welatparêziyê berê xwe da eniyên têkoşîna azadiya Kurdistanê.

Jinbiraya Dr.Silêman Sûna Çurukkaya dibêje: "Dr. Seîd mirovekî pir dildar bû. Ji malbata xwe, ji welatê xwe, ji miletê xwe hez dikir. Xwe ji bo gelê xwe feda kir. Em jî naxwazin ku mirov bimirin, em naxwazin xwîn birije. Em jî dixwazin aştî pêk were û dewleteke Kurdan jî hebe."

Dr. Silêman nedikarî çavên xwe li zilma ku li Kurdan tê kirin bigire û dixwest ku Gelê Kurd ê ku bi sedsalan e roj bi roj bi trajediyan re rû bi rû dimîne, bigihîje azadiya xwe. Li gorî Dr. Silêman xilasbûna Kurdan, di rihê Kurdistanî de bû û di merasîma binaxkirina wî de rihê Kurdistanî hebû û niha jî malbata wî û Kurdên Bakûr bi wî rihê Kurdistanî piştgiriya referanduma Kurdistana azad dikin.