Rûsya: Ji bo Sûrya nebe Iraq û Lîbya em piştevaniya Esed dikin

Lavrov: gellek şirovekarên siyasî di wê baweriyê de ne, ku berjewendiya Amerîka di wê yekê de ye, rewşa Rojhilata Navîn tevlîhev bihêle daku nêçîrê di nav ava şelûl de bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, ku welatê wî bihaneyan ji kiryarên dîktatorane re çênake, Rûsya piştevaniya Esed dike, daku wek Iraq û Lîbya li Sûrya neyê.

Sergey Lavrov got: Bila em dîroka navçeyê bînin bîra xwe, Sedam Hisên dîktator bû, Mu'emmer Qezafî dîktator bû, lê gava em hevberiyê di nav malwêraniya gelên Iraqê û Lîbya de bikin, di serdema dîktatoriyê û ya piştî dîktatoriyê de, bi taybet piştî ku Amerîka û NATO hemû yasayên navdewletî binpê kirin û destwerdana serbazî di herdu welatan de kirin, rêjeya kuştin û meşextiya xelkê û reva wan ji welatên xwe, gellekî ji serdema dîktatoriyê bilindtir bûye.

Lavrov got jî: Ew welatên ku Iraq û Lîbya wêran kirin, îro bizavan dikin ku civaka navdewletî beşdariyê di berpirsatiya wan de bike derbarê çarekirina pirsa penaberan û tevî ku hîn ti encam ji wan bizavên xwe nedîtine, biryar dane ku heman sînaryoyê Iraq û Lîbya li Sûrya jî dubare bikin.

Navhatî tekez kir, ku gellek şirovekarên siyasî di wê baweriyê de ne, ku berjewendiya Amerîka di wê yekê de ye, rewşa Rojhilata Navîn tevlîhev bihêle daku nêçîrê di nav ava şelûl de bike.

N.O