Li Wanê yekemîn pêşangeha pêwistiyên zewacê bidawî bû

Li Wanê yekemîn pêşangeha kel û pelên zewacê bi çalaki û dîmenên rengîn piştî 3 rojan xilas bûn. Pêşangeha ku teqrîben 100 companya beşdarbûn de, tenê berhem li standa nehatin nasîn çalaki û pêşkêşiyên li ser dike jî hatin kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê yekemîn pêşangeha kel û pelên zewacê bi çalaki û dîmenên rengîn piştî 3 rojan xilas bûn. Pêşangeha ku teqrîben 100 companya beşdarbûn de, tenê berhem li standa nehatin nasîn çalaki û pêşkêşiyên li ser dike jî hatin kirin.

Yekemîn Pêşangeha Pêwistiyên Zewacê ya Wanê, bi çalkiyên balkêş û dîmenên rengîn xilasbû. Ev kesên ku xemla bukê li xwe kirine, ne kesên ku karê li ser dike danasîna cilan dikin, ne jî ji bo dizewucin bukane li xwe kirine. Xwediyên sitandên ku beşdarî pêşangeha pêwistiyên zewacê bûne ne.

Rêvebirê Pêşangehê Faysal Înan diyar kir ku di yekemîn pêşangeha kel û pelên zewacê de, hemû beşdaran berpirsyariyê wergirtine û bi derfetên xwe, pêşandan û danasînên li ser dike jî amade kirine.

Faysal Înan got: “Ev pêşangeha me rengîn û xweş derbas bû, bi rastî heta yeka din dê her kes bêrî bike. Bi saya we beşdaran, pêşangeha me ya îsal gelek xweş derbas bû, hêvîdarim em bi vî rengî pêşangehên xwe bidomînin û ji bo her kesî sipas dikim.”

Ji ber ku pêşangeh çalak û rengînbû, beşdariya welatiyan jî zêde bû.

Behîce Erdûrûr ku pêşengiya lidarxistina danasîna li ser dikê kir, ji bo Kurdistan24 ragihand ku ew bi vê pêşangehê kêfxweşbûne û derfetê xwe nişandan û danasînê çêbûne. Wan jî bi danasîna ser dike jî xwestine reng bidin pêşangehê.

Xwediya Kargeha Bukanê "XemlaBukan" Behîce Erdûrûr ji K24ê re wiha axivî: “Em danasîna xwe dikin da ku her kes me nas bike, em jî vî kara dikin, yanî bukan dixwemlînin. Înşelah me beşdaran şad kiribe.”

Pêşangeha Pêwistiyên Zewacê ya Wanê di 19 û 22’yê Nîsanê de hat lidarxistin. Rêvebiran ragihandin ku dê hewl bidin ku ya 2. Bi çalakiyên xweştir lidar bixin.