Li Kerkûk Tirkuman gefa xwepêşandanan dikin

Li Kerkûkê, Bereya Tirkumanî encamên bidest jimartina dengan red dike û lê mikur nayê û gefa encamdana xwepêşandanan dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Eşkerekirina encamên bidest jimartina dengan, karvedanên hin aliyan li pey xwe anî û Tirkumanan li Kerkûkê gefa encamdana xwepêşandanan kiriye û aliyên Kurdistanî yên nerazî civînan lidar dixin.

Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, duh encamên piroseya bidest jimartina dengan belav kir.

Li gorî ew xişteya ji aliyê Komîsyonê ve hatiye belavkirin, ti guhetin di kursiyên Kurdistanê de çênebûye û kursiyên hemû aliyan li parêzgehên Kurdistanê wek xwe mane.

Li ser astê Iraqê, li parêzgehên Zîqar, Nînewa, Selahedîn, Enbar û Bexda guhertin çêbûne.

Li Kerkûkê, Bereya Tirkumanî wê encamê red dike û lê mikur nayê û gefa encamdana xwepêşandanan dike.

Ji encama bidest jimartina dengan, yazde perlemanterên Iraqî, ku bi hejmartina elikitronî biser ketibûn, endametiya xwe jidest dan.

Piştî ragihandina encamên bidest jimartina dengên wan sindoqên ku gelî li ser wan hatine tomarkirin, her yek ji Elî Secrî ji parêzgeha Selahedîn, Mihemed Kerbûlî, Xada Şemerî, Nûrî Xafil Dilêmî, Zeyneb Hîtî ji parêzgeha Enbar, Hesen Şiwêrid û Mehmûd Qeysî ji Bexdayê, Farûq Hîlal Cum'e ji Besra, Setar Cabirî û Wesen Se'dî ji Zîqar, Mihemed Ferman Şahir ji Nînewa, endamtiya xwe ya Perlemana Iraqê jidest dane.

N.O