Li Antakya û Sêrtê şer: kuştî û birîndar ketine

Di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li bajarê Sêrtê 3 endamên PKKê û li bajarê Antakyayê jî leşkerekî canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li bajarê Sêrtê 3 endamên PKKê û li bajarê Antakyayê jî leşkerekî canê xwe ji dest dan.

Li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Sêrtê Çiyayê Herekolê navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de şer derket. Li gor ragihandina parêzgeriya Sêrtê 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û operasyonek berfireh li hemberî wê rêxistinê tê birêvebirin.

Herwiha li bajarê Antakyayê jî di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de di navbera hêzên leşkerî û polîsên taybet de bêhemdî şer derket.

Leşkeran di kamerayên termal de wekî endamên PKKê fêhm kirin û bi ser wan de reşandin. Piştre pevçûn derket û leşkerekî Tirk canê xwe ji dest da û leşker û polîsekî jî birîndar bûn.