Hevpeymana Navdewletî: Pêwendiya me bi êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê tine ye

Rayan Dîlon: Ew navçeya ku artêşa Tirkiyê dixwaze operasyonî têde encam bide ji derveyî sînorên berpirsatiya Hevpeymaniyê Navdewletî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serkêşiya Amerîka ragihand, ku êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê ji derveyî berpirsatiya wan e.

Ev çend roj in serokî Tirkiyê Recep Tayip Erdogan gefa êrîşê li ser Efrînê li YPG û PYD dike û berî niha jî moleta sê rojan dabûn YPG ku ji Efrînê derkeve.

Ji aliyê xwe ve peyvdarê Hevpeymana Navdewletî Rayan Dîlon got: "Ew navçeya ku artêşa Tirkiyê dixwaze operasyonî têde encam bide ji derveyî sînorên berpirsatiya Hevpeymaniyê Navdewletî ye".

Herweha îro serokerkanê artêşa Tirkiyê Xilûsî Akar got: "Tirkiye rê nade ku çekdarên YPG bên biçekkirin, ji ber ku ewana beşek ji PKKê ne".

Akar ji Hevpeymana NATO jî xwest, ku cudahiyê di navbera girûpên terorîst de nekin".