YPG: Hevrêzî di navbera DAIŞê û Rûsya de heye

Polat Can: Rêketina başûrê Şamê, di navbera Rûsya û DAIŞê de, yek ji zincîreyên rêketinên Rûsya li gel terorîstan e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê YPG li Kobanê Polat Can, li ser Twittera xwe belav kiriye, ku bi rêketina başûrê Şamê, hevrêziya xurt a di navbera Rûsya û rêxistinên terorîstî de û bitaybetî bi DAIŞê re eşkere bû.

Polat Can nivîsandiye, ku rêketina başûrê Şamê, di navbera Rûsya û DAIŞê de, yek ji zincîreyên rêketinên Rûsya li gel terorîstan e.

Berî niha ji aliyê gellek dezgehên ragihandinê ve, hat eşkerekirin, ku artêşa Sûryê bi serperiştiya Rûsya li gel çekdarên DAIŞê li Kampa El-Yermûk û navçeya El-Hecer El-Eswed ya başûrê Şamê gihiştiye rêketinekê, ji bo derxistina çekdarên DAIŞê ji wê navçeyê û pişrte ew çekdar ji bo Dêra Zorê û gundewarê Himsê bên veguhestin.

Piştî operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê, pêwendiyên di navbera YPG û Rûsya de gellekî aloz bûn, çendîn caran jî berpirsên Rûsî derbarê YPG gotin ku ew ji bo xizmeta berjewedniyên Amerîka kar dikin.

N.O