Bi vîdyo.. Dengên HDPê li bajarên Bakurê Kurdistanê kêm bûne

Piştî ku encamên hilbijartinê hatin aşkerekirin, derket holê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Bakurê Kurdistanê dengên xwe gelek kêm kiriye. HDP dengê xwe herî zêde bi sedî 13 an li bajarê Şirnexê kêm kir. Li Colemêrg jî yek ji wan bajaran e ku dengên HDPê bi dijwarî ketine.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku encamên hilbijartinê hatin aşkerekirin, derket holê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Bakurê Kurdistanê dengên xwe gelek kêm kiriye.

HDP dengê xwe herî zêde bi sedî 13 an li bajarê Şirnexê kêm kir. Li Colemêrg jî yek ji wan bajaran e ku dengên HDPê bi dijwarî ketine.

HDP li bajarê Mêrdînê ji sedî 8, li Îdirê ji sedî 7 deng winda kir. Digel bajarê Bedlîsê, li Mûş, Sêrt û Diyarbekirê jî rêjeya ketina dengê HDPê li gor hilbijartina borî ji sedî 6 e. Herwiha li bajarê Wanê ji sedî 5, li bajarên wekî Agirî û Batmanê jî ji sedî 4 deng ji dest HDPê çûne.

HDP li bajarên wekî Dêrsim, Çêwlik û Qersê ji sedî 3, li bajarên wekî Xerpêt û Erziromê jî ji sedî 1 deng winda kiriye.

Ji aliyekî din ve, HDP li çend bajarên wekî Sêwas, Meletî, Semsûr, Riha, Dîlok û Erdexanê jî bi rêjeyek biçûk wekî sedî 1 deng zêde kir.

Balkêş e  Partiya Demokratîk a Gelan HDP dengên xwe li bajarên ku xendek hatibûn kolandin bi dijwarî winda kiriye.

Piştî şikestina pêvajoya aşitiyê PKK li bajar û bajarokên wekî Gimgim, Farqîn, Sûr, Nisêbin, Şirnex, Cizîr, Silopî û Geverê xendekan koland û dest bi şerê bajaran kir. Beramberî vê jî Arteşa Tirkiyê operasyonên dijwar bi rê ve bir û şer ji payîza sala 2015an heta havîna 2016an berdewam kir.

Di encamê de li gor daxuyaniyên fermî nêzîkê, 4 hezar gerîlayên PKKê û 400 leşker û polîs canê xwe ji dest dan. PKK vê amarê red bike jî, nayê redkirin di şerê xendekan de bajar û mal û avahiyên Kurdan hate hilweşandin û ji zêdetirî 500 hezar Kurd koçber bûn.