Qedexeya li Elezîzê hate dirêjkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Qedexeya derketina derva ya li ser 15 gundewarên Elezîzê heta meha Îlonê hate dirêjkirin.
Di 1ê Nîsana 2017an de di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 4 navçeyan, 15 gundan wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatibûn ragihandin.
Parêzgeriya Elezîzê daxuyaniyeke belav kir û got, biryar hatiye girtin ku dê heta 1ê îlonê gundewarên qedexekirî wekî herêmên ewle bimîne.