Li Bakurê Kurdistanê 22 kes bi tometa endamtiya PKK û DAIŞê DAIŞê hatin girtin
K24 - Navenda Nûçeyan
Ji encama operasyoneke hêzên ewlehiya Tirkiyê li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, 7 kes bi tometa endamtiya PKK hatin girtin, ku 4 kes ji wan xelkê Sûryê bûn.
Herweha li heman bajarî, 15 kesên din jî, bi tometa ku ew endamên rêxistiya DAIŞê ne hatin girtin û 8 kes ji wan jî xelkê Sûryê ne.
Piştî girtina wan 22 kesan, ew ji bo pişkinîna tendirustî hatin şandin û piştire jî ji bo lêkolînê, ji bo asayişa wê navçeyê hatin veguhestin.