Amerîka û hevpeymanên wê keştiya Rûsya û Îran û Tirkiyê qul kirin

Vitaly Naumkin: Çarekirina kêşeya Sûryê hîn dûr e û nabe çareserî bi riyên serbazî be, ji ber ku bikaranîna hêzê bi awayekî takalî wê nakokiyan kurtir bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şarezayekî Rûsî di karûbarên Rojhilata Navîn de, derbarê êrîşa hevbeş li dijî bingehên rêjîma Sûryê ragihand, ku wê yekê valahiya di nav Rûsya, Tirkye û Îranê de zêde kir.

Serokê Peymangeha Rojhilatnasiyê di Akadîmiya Zansitî ya Rûsî de Vitaly Naumkin, di daxuyaniyekê de ji ajansa TAS ya Rûsî re got: "Hevpeymaniya sêalî ya Rojava, heger bi awayekî rêjeyî be jî, wan karî armancên xwe bicî bikin û karîn keştiya pêwendiyên di nav Rûsya, Tirkiye û Îranê de qul bikin, ji ber ku Enqera piştevaniya wê êrîşê kir".

Vitaly Naumkin diyar kir, ku ew nikarin nakokiyên di navbera hersê welatên navhatî veşêrin, berî niha jî ew nakokî hebûn û hevdîtin bi sedema Rûsya di navbera hersê aliyan de berdewam bûn.

Navhatî da xuyakirin, ew di wê baweriyê de ye, ku çarekirina kêşeya Sûryê hîn dûr e û nabe çareserî bi riyên serbazî be, ji ber ku bikaranîna hêzê bi awayekî takalî wê nakokiyan kurtir bike û rewşê aloztir bike.

N.O