YNK: Ti kêşe li cem me tine ger hilbijartinên Kurdistanê bên paşxistin

Seidî Pîre: Ew rewşa ku hin aliyên Iraqî dixwazin bi alîkariya derve li ser Kerkûkê bisepînin, divê were guhertin, divê îdara Kerkûkê were birêxistin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî bidawîbûna civîna îro ya polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), peyvdarê wê partiyê (Seid Ehmed Pîre) di kongirekî rojnamevanî de, ragihand ku di encama her sedemekê de, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bên paşxistin, ti kêşe li cem YNK çênabe.

Seidî Ehmed Pîre di wî kongirî de got: Tewerên civîna îro ya polîtbîroyê, girêdayî hilbijatinên Perlemana Kurdistanê û lidarxistina kongirê (YNK)ê û rewşa niha ya Iraqê bûn. Em beşek ji çareseriyê ne, di çarçoveya ew pirojeyê hevbeşe yê ku me li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê nivîsiye û emê pêbendî destûra Iraqê bin, ji bo çarekirina kêşeyan û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê.

Herwiha Seidî Pîre diyar kir, ku di civîna îro de, tekezî li ser giringiya lidarxistina kongirê YNKê hat kirin û got: Me behsa karên kongir kir û tiştê me behs kiriye, wê weke piroje li ber destê civîna Encûmena Serkirdatiyê bê danîn, herwiha emê nerîna Encûmena Navendî jî werbigirin, daku em roja lidarxistina kongir YNKê destnîşan bikin û di kongir de, wê biryar bê stendin, gelo postê (Sikirtêrê Giştî) di sîstema rêvebirina YNKê de wê bimîne yan na.

Derbarê rewşa Kerkûkê, navahtî got: Ji niha û pêve, wê YNK helwesta ciddî û çarenivîsî li ser rewşa Kerkûkê werbigire û li ser ew rewşa ku hin aliyên Iraqî dixwazin bi alîkariya derve li ser Kerkûkê bisepînin, divê were guhertin, divê îdara Kerkûkê were birêxistin.

N.O