Tabelaya Parka Mihemed Uzun li Diyarbekrê hate rakirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Qeyûmê şaredariya Bajarê nû (Yenişehir) yê Diyarbekrê Serdar Kartal, di 10 saliya wefata nivîskarê navdar ê Kurd Mhemed Uzun de tabelaya park a ku nave wî lê hatiye kirin rakir. Herweha çarîn a bi nave “Hilbe Agirî” û tabloya ku tîpên Kurdî jî li ser in hate rakirin.

Ev kiryara Qeyûm di dema 10 saliya wefata Uzun de tê, ku nivîskar û hezkiriyên Mhemed uzun amadeyiyên bibîranîna nivîskarê navdar dikirin.

Parka Mhemed Uzun di 11ê Cotmeh a 2013an de hatibû vekirin. Ligor zanyariyan berî rakirina tabelaya Parkê ya bi nave Mhemed Uzun Qeyûm tabela pîva ye, armanca pîvandina tabelayê nayê zanîn, herweha kengî tabela dê dîsa li cîhê xwe bû daliqandin. Çarîna ku liser peykerê bibîranîna Mhemed Uzun hatibû danîn “Hilbe Agrî” weha ye:

“Agir dirijand ser seran

Ronahî direşand her deran

Erd dihejand car caran

Hilbe Agrî Hilbe Agrî”

Nivîskarên Kurd dilgiraniya xwe ji kiryara Qeyûm anîn ziman û diyarkirin ku, ev yek êrîş liser çand û edebiyata Kurdî ye. Hêza edebiyatê  herdem liser zordaran biser ketiye.

Nivîskarên Kurd destnîşankirin: “Mhemed uzun yek ji hejayiyên herî bilind a edebiyata Kurd û gelê Kurd e. Xeyalên gelê Kurd bi edebiyata xwe wejandiye. Berhemên Uzun êş, dîrok, çand, huner û jiyana Kurd anîn ziman. Bi vê kiryara xwe, ew dixwazin nave Uzun, nirxên Kurdan, destkeftiyên Kurdan tune bikin. Lê, jiyan û berhemên Mhemed Uzun xwe di dilê gelê Kurd de nivîsadin e”.