Pentagon Tirkiyê ji egera êrîşa li ser rojhilatê Firatê hişyar dike

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) Tirkiyê ji her êrîşekê li ser hevpeymanên wê yên Kurd li bakurê Sûriyê hişyar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) Tirkiyê ji her êrîşekê li ser hevpeymanên wê yên Kurd li bakurê Sûriyê hişyar dike.

Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson ragihand, her aliyek bi tenê operasyonekê li rojhilatê bakurê Sûriyê bi taybet li herêmên hebûna tîmên Amerîkî bike, karekî gelekî cihê nîgeraniyê ye û nayê qebûlkirin.

Ev hişyariya Amerîka piştî wê yekê tê,  duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan duhî gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê xwar û got: “Amedakiriyên me gihiştine asta dawî. Di nav çend rojan de, em dest bi Operasyona rojhilatê Firatê dikin.”

Gefên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ji demekê ve tên xwarin, li ser wê gefan jî berî demekê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis di 22ê Mijdara bûrî de ragihand, ji bo rêgirtin li her rûbirûbûnekê di navbera Tirkiye û HSDê de, ew xalên çavdêriyê li ser sînorê Tirkiyê datînin.

James Mattis got: “Em hejmarek ji xalên çavdêriyê li hin navçeyên bakurê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê datînin.” Herwiha got: “Armanca me ji danîna wan xalên çavdêriyê ew e, ji bo rê li rûbirûbûna HSD û artêşa Tirkiyê were girtin.”

Yekem bingeha çavdêriyê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, di dawiya Mijdara bûrî de li bajarokê Girê Sipî hat danîn.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd bersiva gefên Erdgan da û ji K24ê re got: “Hêzên me di çarçova parastina rewa de xwe birêxistin kiriye, dê li hember her êrîşekê li ser bakurê Sûriyê û destkeftiyên wê berxwedanê bike.”

 

S. B