Belçîka daxwaza beşdariya bihêz a Kurd di Hikûmeta Bexdayê de dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçova civînekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, Balyozê Belçîka li Iraq û Urdinê ragihand, pêwîst e Kurd beşdariyeke bibandor di kabîneya hikûmeta Adil Ebdilmehdî li Bexdayê de bike.
Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Belçîka li Iraq û Urdinê Hendrik Van de Velde û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de Van de Velde behsa proseya hilbijartinê û rûniştina yekem a Parlemantoya Kurdistanê û amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê kir û pêşketinên Herêma Kurdistanê di warên cuda de û bi taybet di warê aboriyê de bilind nirzand.
Herwiha behsa pêkanîna hikûmeta Iraqa Federal kir û bi pêwîstî zanî, aliyên Kurdî di wê hikûmetê de beşdar bin, bi awayekî di hemû waran de xizmetguzariyê ji pêkhateyên Iraqê re dabîn bikin û pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê bêne çareserkirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê agahdarî derbarê çawaniya destpêkirina civîn û hevdîtinan ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin û amaje bi pêşveçûnên Herêma Kurdistanê di warê abûrî û başkirina jiyana welatiyan kir û amadehiya Herêma Kurdistanê bo destpêkirina guftûgoyên Hewlêr – Bexdayê ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan derbirî.
Guftûgokirina rewşa koçberan û vegera wan li ser mal û milkên xwe, dabînkirina xizmetguzariyên pêwîst û proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, tewereke din a hevdîtinê bû.
S. B