Wênegireke Kurd li Efrînê ji aliyê çekdaran ve hat binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wênegir û Endama Komîta Hawarçûnê ya Erebî – Kurdî Dilşan Qerejol li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hat binçavkirin û çarenivîsa wê ta niha na diyar e.
Endamê Komîta Hawarçûna Erebî – Kurdî Dara Stirî ji K24ê re ragihand, endama komîta wan Dilşan Qerejol ji pêr ve li Efrînê ji aliyê Firqeya Sultan Murad a opozîsyona Sûriyê ve hatiye binçavkirin û kamîre û kompiyotera jî wê birine.
Dara Stirî da zanîn jî, ji bo zanîna sedema girtinê û cihê Dilşan Qerejol ew ji 2 roj in ve di pêwendiyan de ne, lê ta niha wan ti agahî bidest nexistine û çarenivîsa Dilşanê jî ne diyar e.
Dara Stirî bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kir, ku fişarê li grûpên çekdar ên opozîsyonê bikin, ji bo çarenivîsa Endama Komîta Hawarçûnê ya Erebî – Kurdî Dilşan Qerejol bê diyarkirin.
Dilşan Qerejol wênegireke Kurd a Efrînê ye, di gelek di pêşangehên wênegiriyê li ser asta Sûriyê de beşdarî kiriye û demek e di warê mirovî û hawarçûnê de kar dike.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji roja 18ê Adara bûrî ve derbasî Efrînê bûn û li gor zanyariyan jî bi dehan xort û keçên Efrînê bi sedem û tometên cuda ji aliyê wan ve hatine binçavkirin.
S. B