Nakokiyên ENKS û TEV-DEMê rewşa siyasî aloz kirine

Bi sedema nakokiyên di navbera ENKSê û TEV-DEMê de, jiyana siyasî Li Rojavayê Kurdistanê ber bi aloziyê ve diçe. Hin siyasetmedar tekez dikin, eger rewşa siyasî ya Kurdî bi vî şêweyî berdewam bike û hevsengî di navbera hemû partî û çarçoveyên siyasî de tune bin, dê Kurdên Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftiyan ji dest xwe berdin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi sedema nakokiyên di navbera ENKSê û TEV-DEMê de, jiyana siyasî Li Rojavayê Kurdistanê ber bi aloziyê ve diçe. Hin siyasetmedar tekez dikin, eger rewşa siyasî ya Kurdî bi vî şêweyî berdewam bike û hevsengî di navbera hemû partî û çarçoveyên siyasî de tune bin, dê Kurdên Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftiyan ji dest xwe berdin.

Jiyana siyasî û şêweyên xebatê li Rojavayê Kurdistanê piştî kirîza Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Du çarçoveyên sereke hatin damezrandin, ENKSê û TEV-DEMê. Lê di heyama 5 salên bûrî de gelek nakokî di navbera herdu aliyan de rû dan û di encamê de fişareke mezin li partiyên di nava ENKSê de tê kirin.

Serkirdeyên ENKSê didin zanîn ku ev kiryarên têne kirin, tenê pirojeya netewî kurdî armanc dike. Serkirdeya di ENKSê de Narîn Metînî ji K24ê re got: “Fişara ku ENKSê tê kirin, ji ber wê sedemê ye ku ENKSê hilgirê projeya netewî ya Kurdî ye. ENKSê jî ti carî têk naçe, ji ber ku baweriya gel li hundir û li derve pê heye û Pêşmergeyên Roj heye. projeta netewî ya Kurdî jî dê her biser bikeve.”

Hin çavdêrên siyasî dibînin ku tu çareserî ji pirsgirêkan re nayê kirin ta ku tawanên du aliyan neyine rawestandin û pêwist e danpêdan ji aliyê herdu çarçoveyan ve bête kirin û nabe ti aliyek jiyana siyasî li Rojavayê Kurdistanê qedexe bike, ji ber ku şoreşa Sûriyê li dijî kiryarên hevawa hate lidar xistin. 

Çavdêrê siyasî Ekrem Hisên dibêje: “Divê herdu alî danpêdanê bi hev bikin û rêkeftinine siyasî di demên nêzîk de çê bibin, heta ku Kurd karibin vê qonaxa hestiyar derbas bikin û derbasî hilbijartinan bibin, di wan hilbijartinan de dê were xuyakirin ka kî nûneratiya gelê Kurd dike.”

Li gorî hin şopîneran, li Rojavayê Kurdistanê du pirojeyên sereke ji aliyê du çarçoveyên mezin ve têne meşandin. Pirojeya netewî ya Kurdî û pirojeya netewa demokratîk ku bi navê biratiya gelan tê naskirin.

Hin çavdêrên siyasî dibînin ku sedemên sereke ji van nakokiyan re ew e, ji ber ku herdu alî biryarên xwe ji derveyî Rojavayê Kurdistanê werdigirin û pirsa herî balkêş dimîne di rewşeke weha de jiyana siyasî li Rojavayê Kurdistanê dê ber bi kû ve biçe.