Li 6 gundên Nisêbîn qedexe hat ragehandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li 6 gundên navçeyên Nisêbîn û Kerborana Mêrdînê qedexeya derketin derve hatin ragehandin.
Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir, di demên dawî de li bejahiya navçeyên Nisêbîn û Kerboranê liv û tevgerên gerîlayên PKK zêde bûne û di nav de berpirsên bilind yên rêxistinê jî hene.
Da zanîn jî, li deverê bi armanca bêbandorkirina gerîlayan û têkbirina senger û stareyên wan dest bi operasyonê hatiye kirin.
Parêzgariyê da xuyakirin, bi vê armancê li 4 gundên navçeya Nisêbînî û 2 gundên navçeya Kerboranê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.
Parêzgariyê ji welatiyan xwest pabendî biryarê bin û qedexe heta fermaneke nû dê berdewam bike.