Pompeo: Heger Tirkiye êrîşî Kurdan bike dê bacê bide

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez dike, heger Tirkiye êrîşî ser Kurdan hevpeymanên Amerîka li Sûriyê bike, dê bacê bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez dike, heger Tirkiye êrîşî ser Kurdan hevpeymanên Amerîka li Sûriyê bike, dê bacê bide.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di hevdîtinekê ligel kenaleka Icelandî de ragihand, Serokê Amerîka Donald Trum nexşerêyek ji bo serederiya Tirkiye bi rewşa Sûriyê re daniye.

Pompeo aşkere kir jî: “Nexşerê bi temamî hatiye amadekirin ji bo piştî vekişîna Amerîka ji Sûriyê hevpeymanên me Kurd li Sûriyê parastî bin.

Amaje bi wê jî kir, “Gerentiya wê yekê jî hatiye kirin, ligel DAIŞ ber bi jinabirina yekcarî diçe, divê hevpeymanên me parastî bin û heger Tirkiye êrîş bike, dê baca êrîşê bide.”

Wezîrê Derve yê Amerîka dibêje, Amerîka rijd e li rûbirûbûna DAIŞê û metirsiyên ewlehiyê, ne tenê li ser Washingtonê, belkû li ser hevpeymanên wan jî.

Serokê Amerîka Amerîka Donald Trump di meha Berçileya 2018an biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriye Rojavayê Kurdistanê da, piştî wê biryarê Tirkiyê gefa operasyonekê û pêkanîna devereke ewle li rojhilatê Firatê dixwe.

Lê ev ne cara yekem e rayedarên Amerîkî yên pilebilind soza parastina Kurd ji piştî vekişînê didin, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton jî di destpêka îsal de got, Amerîka bêyî parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe.

 

S. B