Rûsya: HSDê 2 caran hêzên rêjîmê topbaran kirin

Rûsya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tuhmetbar kir ku li nêzîkî Dêrezorê teqe li hêzên rêjîma Sûriyê kiriye. Rûsya di heman demê de hişyarî jî da Amerîka dê bersiva her êrîşeke wiha bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tuhmetbar kir ku li nêzîkî Dêrezorê teqe li hêzên rêjîma Sûriyê kiriye. Rûsya di heman demê de hişyarî jî da Amerîka dê bersiva her êrîşeke wiha bide.

General Îgor Konaşîkov ji artêşa Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Sûrî du caran ji aliyê rojhilatê çemê Ferêt ve ku hêzên HSDê li wir in, bi topên Hawinê hatin toparankirin.

Konaşîkov aşkere kir jî, hin leşkerên Rûsî yên ji hêzên taybet bi hêzên rêjîmê re li wê dervera ku hatiye topbarankirin in.

Herwiha Moskoyê berpirsekî pilebilind ê artêşa Amerîka agahdar kir, her hewleke gulebanankirinê ji aliyê deverên HSDê ve bê kirin, dê bersivê bidin û sînorekê jê re danin.

HSDê roja 16 Îlonê Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihandibû, Firokeyên şer ên Rûsiya û rêjîma Sûriyê xalên HSD û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê yên li rojhilatê çemê Ferêt bombebaran kirin. Di encamê de 6 şervanên HSDê birîndar bûn.

Fermandarê Giştî yê YPGê aşkere kiribû, ewê bersiva her êrîşekê bidin ku li dijî wan were kirin.