Koşka Sipî: Hîn Trump biryar neda ye

Serokê Amerîka Donald Trump, civîna Tîma Ewlehiya Netewî ya Amerîka bidawî anî, bêyî ku ti biryarekê bistîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump, civîna Tîma Ewlehiya Netewî ya Amerîka bidawî anî, bêyî ku ti biryarekê bistîne.

Ajansa Reuters, ji ser zimanê jêderekî berpirs di Koşka Sipî de, belav kiriye ku Trump bêyî ti biryarê derbarê encamdana êrîşekê li dijî Sûryê bistîne, civîna xwe li gel Tîma Ewlehiya Netewî ya Amerîka bidawî aniye.

Koşka Sipî tekez kir, ku îdara Trump hemû bizavên xwe dike, ji bo gotûbêjkirina zanyariyên hewalgirî li gel hevpeymanên xwe derbarê rewşa Sûryê.

Biryar e di vê çarçoveyê de, Trump pêwendiyê bi serokê Frensa Emmanuel Macron û serokwezîra Birîtanya, Theresa May re bike.

Berî niha Trump gefa bordûmankiriba Sûryê bi mûşekên nû yên balêstî kiribû.

Jêder: RT

N.O