K24 derbasî kampên Şehbayê dibe.. Efrînî gazinan dikin

Derbiderên Efrînê gelek zehmetiyan li herêma Şehbayê dibînin û rê hemû li ber wan girtî ne, bi taybet kesên ku li kampên Şehbayê bicî dibin, ti alîkarî nagihêne wan û ti rêxistin jî alîkariyan pêşkêşî wan nake.
kurdistan24.net

 

K24 – Şehba

Derbiderên Efrînê gelek zehmetiyan li herêma Şehbayê dibînin û rê hemû li ber wan girtî ne, bi taybet kesên ku li kampên Şehbayê bicî dibin, ti alîkarî nagihêne wan û ti rêxistin jî alîkariyan pêşkêşî wan nake.

Tevî zehmetiyên ku derbiderên Efrînê li kamp û gund û bajarokên Şehbayê dikşînin, ji alîkariyên rêxistinên mirovî û yên li hewarçûnê jî bêpar in. Ti rêxistin derbasî kampên Kurdên E frînê nabin, ji bilî wê jî herêma Şehbayê dorpêçkirî ye û rê hemû girtî ne. Liv û tevgera xelkê Efrînê tenê di nava gundên Şehbayê de ye, ji aliyekî ve rêjîma Sûriyê û ji aliyekî din ve jî leşkerên Tirk û çekdarên opozisyona Sûriyê herêm dorpêç kirine û nahêlin Efrînî jiherêmê derkevin.

Rêvebiriya kampê dide zanîn ku ew bi karînên xwe yên sînordar alîkariyan pêşkêşî xelkê kampê dikin, lê kêmasî heye û gelek gazin di vî warî de tên kirin.

Rêvebira Kampa Serdemê Salîha Mihemed ji K24ê re got: “Dijminan derdora me hemû dorpêç kiriye. ti rê ji me re nehîştine, lê îrada me xurt e û kêm zêde em erkên xwe pêk tînin. Dijminan rê li hember venekirine û tiştek ji derve ji me re nayê.”  

Gelek caran nexweşiyên zehmet jî rû didin û pêwîstî bi çûna bajarê Helebê heye, lê rêjîma Sûriyê rê li ber çûna welatiyan digre, heger derbas kirinî jî rêbendên rêjîmê gelek pereyan ji wan dixwaze, ji ber wê kesên nexweş tenê dikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd bikin, yên ku dermanan bêpere pêşkêşî nexweşan dikin.

Derbidera Efrînî Raperîn Xelîl dibêje: “Bi taybet di aliyê tenduristiyê de zehmetiyên me yên dijwar hene, herî zêde milet ji aliyê dernûvî zehmetiyan dikişîne, pir caran jî nexweşiyên pir giran çê dibin, nebûna riyan ber bi Helebê yan deverên din û nehatina ambulansan, nexweşên me yan li nexweşxaneyên me yan jî di rê de dimirin.”

Kurdên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, zehmetiyên derûnî jî dikşînin, ta niha paşeroja deverê ne diyar e, û asoyên çareseriyê yên heyî jî metirsiyê li cem xelkê çê dike. Gundên Şehbayê gelek caran tên topbarankirin, li aliyekî din welatî dibêjin, ew çiqasî zehmetiyan bikşînin jî, ya girîng ew e ku li Efrîna xwe vegerin.

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di 20ê Çileya 2018an de, nêzîkî 250 hezar Kurdên Efrînê derbider bûn û li gund û kampên Şehbayê bicih bûn, lê her dem ew li benda vegera Efrînê dimînin.