Dema destpêkirina banghêşta referandûmê tê diyarkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê ragihand, biryar e îro Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê dema destpêkirina banghêşta bo referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar bike.
Got jî, komisyonê piraniya kabîneyên dengdanê yên bajaran temam kirine û biryar e di rojên bê de tevahiya kabîneyan werin temamkirin.
Ev di demekê de ye, duh Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê binkeyên tomarkirina dengdaran li Hewlêrê vekiribû û ta 27 vê mehê bedewam dibe.
Di civîna aliyên siyasî ya roja 7 Hezîranê bi serperitiya Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Îlonê bê ji bo birêvebirina referandûmê diyar kiribû.