Trump: Rûsya amade be! Mûşek tên!

Herweha hate ragihandin, mûşekên bên bikaranîn nû û zîrek in…

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump di twittera xwe de, liser krîza Suriyê twittek herî nû nivîsand û tê de bala Rûsya jî kişand: “Rûsya amade be! Mûşek tên!” Herweha hate ragihandin, mûşekên bên bikaranîn nû û zîrek in…

Ev daxûyaniya-twitterî ya Trump piştî aloziyên berfereh, ku bi gumana bikaranîna çekên kîmyawî li Xûta Rojhilat berî du rojan hat.

Welatên Rojava Suriyê bi bikaranîna çekên kimyawî tewanbar dikin, ji aliyê xwe ve Rûsya û Iran van tometên liser rejîma Suriyê qebûl nakin, berovajî dibêjin ku dibe Opozisyonê çekên kimyawî bikar anîbin…

Rûsya berî niha ragihandibû, em ji her êrîşekê re amade ne û dê bersivê jî bidin...

 

 

C.B