Macron bi rêya K24 bo Ebadî: Firokxaneyan vekin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransa bi rêya Kurdistan 24 re daxwaz ji Ebadî dike, firokxaneyên Herêma Kurdistanê veke û mafên darayî jî xerc bike.
Civîna 27 serkirdên Ewropa li Bruksel a Paytexta Belçîka bidawî hat û di kongreyek rojnamevanî de, û di bersiva pirsyara nûçegihanê Kurdistan 24 de, Serokê Fransa Emmanuel Macron ragihand, ew careke din daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike ku, bi zûtirîn dem firokxaneyên Herêma Kurdistanê veke û mafên darayî yên Herêmê xerc bike.
Serokê Fransa herweha hêvî xwest ku, beriya hilbijartinên îsal ên Iraqê hemû pirsgirêkên di navbeyna herdû aliyan de werin çareser kirin.
C.B