"Tiştên ji bo Faris, Areb, Tirkan re maf in, divê ji bo Kurdan jî ne guneh bin"

Li Stenbolê konferanseke bi sernavê "Peydakirina Derfetên Aştiyê û Jiyana Digel Hev" bi rêve çû. Di konferansê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen li ser kêşeyên Rojhilata Navîn axivîn. Bîlgen di axaftina xwe de rexne li delwetên herêmê girtin û ragihand, ew tiştên ku ji bo Faris, Areb, Tirk û Tirkmenan caîzin, divê ji bo Kurdan jî ne heram bin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li Stenbolê konferanseke bi sernavê "Peydakirina Derfetên Aştiyê û Jiyana Digel Hev" bi rêve çû. Di konferansê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen li ser kêşeyên Rojhilata Navîn axivîn. Bîlgen di axaftina xwe de rexne li delwetên herêmê girtin û ragihand, ew tiştên ku ji bo Faris, Areb, Tirk û Tirkmenan caîzin, divê ji bo Kurdan jî ne heram bin.

Bi hevkariya Şaredariya Şîşlî û Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî ya Tirkiyê Konferansa Rojhilata Navîn ya bi sernavê "Peydakirina Derfetên Aştiyê û Jiyana Digel Hev" hate lidarxistin. Konferans bi beşdariaya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Endamê Lijneya Îdarî ya Partiya Îyî Nurî Okutan û Balyozê Filistinê Dr. Fead Mustafa çû serî. Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Kiliçdarogu ve hate kirin. Kiliçdaroglu di axaftina xwe de li ser sedem û kêşeyên li Rojhilata Navîn rawestiya.

Serokê Gitî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di gotara xwe de got: "7 sedemên bingehîn hene, ên kêşeyên welatên Rojhilata Navîn ku pê re rû bi rû dimînin. 1- Kêmasiya perwerdehiyê ya gelên li herêmê. 2- Ol tê berovajîkirin û dibe amûra teror û radîkalîzmê. 3- Kêşeyên jin û xortan ên siyasî. 4- Pêşîlêgirtina tevlîbûna jin û xortan ya bo jiyana aborî û civakî. 5- Siyaseta ku di ser mezheb û nasnameyan re tê kirin. 6- Dahata delwetên li herêmê ku tenê bi neft û gaza sirûştî ve sînorkirî ye. 7- Paşgokirina hêviyên guherîn û vegûherînê û herwiha venegûhestina aliyê berxwirî yê civakê, bi milê hilberînê ve. Di wadeya kêm û dirêj de pêwîst e ji bo çareseriya van 7 kêşeyên bingehîn, hemû welatên li herêmê li hev bicivin û aqilekî hevpar bikin serdest."

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî di axaftina xwe ya li ser Rojhilata Navîn de rexne li delwtên herêmê girt û bal kişande ser kêşeyên Kurdan û diyar kir, ew tiştên ku ji bo Faris, Areb, Tirk û Tirkmenan caîzin, divê ji bo Kurdan jî ne heram bin.

Ayhan di gotara xwe wiha got: "Ji serdema Kerbelayê heta roja îro li herêmê xwîn tê rijandin, hemû jî ji bo çavsoriya desthilatê ye. Ger hûn xwedî wê vizyonê bin ku van nirxên qedîm gerdûnî bikin, hingî hûn dikarin çareseriyê jî bi hêsanî peyda bikin. Lê helwesteke ku dike Kurdên Sûriyê, li derveyî maseyê bimînin, wê agirê li herêmê gurtir bike û xizmetê jî nake, ji bo aştiya nava Tirkiyê. Ew tiştên ku ji bo Faris, Areb, Tirk û Tirkmenan caîzin, divê ji bo Kurdan jî ne heram be. Pêdiviya bihevrebûnê zêdetir heye niha ya Rojhilata Navîn. Ger Kurd ji bo çareseriya kêşeyên xwe serî li hindek cihên din dixin, berpirsiyarê vê yekê ew kesin ku vê cografyayê birêve dibin."

Hem ji derve û hem jî ji nava Tirkiyê gelek akademisyen, rojnameger û siyasetmadaran beşdarî di konferansê de kir. Konferans wê 3 rojan berdewam bike û di konferansê de wê mijarên li ser polîtîkaya derve ya Tirkiyê û prosesa demokratîkbûyînê ya piştî Bihara Areban bê giftûgokirin.