DAIŞê êrîşî koçberan kir.. Zêdetirî 50 kesî bûn qurbanî

Li başûrî Hesekê, çekdarên DAIŞê bi 3 tombîlên bombebarkirî êrîşî koçberên Dêrezorê kirin, di encamê de bêhtir ji 50 koçberî hatin kuştin û birîndarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li başûrî Hesekê, çekdarên DAIŞê bi 3 tombîlên bombebarkirî êrîşî koçberên Dêrezorê kirin, di encamê de bêhtir ji 50 koçberî hatin kuştin û birîndarkirin.

Peyamnêrê K24ê li Hesekê ragihand, 3 otombîlên bombebarkirî li nêzîkî gundê Ebû Maliha ya di navbera Dêrezorê û Hesekê de hejmarek koçberên Dêrezorê kirin armanc.

Peyamnêrê got, li gor zanyariyan di encamê de zêdetirî ji 50 koçberî hatin kuştin û birîndarkirin. birîndar ji bo nexweşxaneyên Hesekê hatin veguhastin.