Bavê Şivan Perwer koça dawî kir

Berî niha bavê Şivan ji rojnamevanan re gotibû: Ez gellekî bêriya Şivanê xwe dikim û dixwazim wî himêz bikim.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yûnis Aygun, bavê hunermendê navdar ê Kurd (Şivan Perwer) di temenê 94 saliya xwe de, koça dawî kir.

Yûnis Aygun, şevê din 18/7/2018an, li gundê Kayalî li bajarokê Wêranşarê yê parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.

Yûnis di sala 2013an de, berî ku Şivan Perwer li Amedê konsêrtekê lidar bixe, ji rojnamevanan re gotibû: Ez gellekî bêriya Şivanê xwe dikim û dixwazim wî himêz bikim, ji ber ku niha ez gellekî pîr bûme, dawîn car di sala 1996an de, min li Kurdistanê Şivanê xwe dît.

Bavê Şivan, li gundê (Kayalî) dijiya û her li wî gundî jî hat veşartin.

N.O