Li Rojhilata Kurdistanê ji ber kûmikên jehrî 8 kesan canê xwe jidest dan e
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Rojhilata Kurdistanê ji ber xwarina kûmikên jehrî 8 kesan canê xwe jidest dan e û Nêzîkî 500 kesên din jî bi jehrî ketin e û jibo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Peyvdarê rêxistina hawarçûn a Îranê ragihand, li parêzgehên Wirmê, Sine, Kirmaşan û Loristanê nêzîkî 500 kes jiber xwarina kûmikan bi jehrî ketin e. Ji wê hejmarê 8 kesan canê xwe ji dest dan e û rewşa 47 kesên din jî, di metirsiyê de ye.
5 kes ji miriyan, û 223ê kesên jibo nexweşxaneyan hatine veguhestin xelkê parêzgeha Kirmaşan in û hejmareke ji wan kesan cergê wan bi temamî jinavçû ye.
Di demên borî de û jiber şepêleke baran barînê li piraniya navçeyên Rojhilata Kurdistanê kûmikek jehrî bi navê Amolîna derketiye û xwarina wan kûmikan jiyana welatiyan dixe metirsiyê de.
C.B