3. Asta Şapoyoniya Raftîngê li Wanê tê lidarxistin

Li Şax a navçeya Wanê Pêşbirka Şampiyonayê ya raftîngê hat tê kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Şax a navçeya Wanê Pêşbirka Şampiyonayê ya raftîngê hat tê kirin. Li ser çemê Şaxê ku ji bo raftîngê guncav e, 3 roj dê pêşbirkên raftîngê bên lidarxistin. Rêvebirên werzişî yên Turkiyeyê jî ji bo pêşbirkê hatin Wanê. Werzişkarên raftîngê û rêvebirên Şaxê lidarxistina pêşbirkê li Şaxê girîng nirxandin.

Asta 3. ya şampiyoniya raftîngê ya Turkiyeyê, li Şaxa navçeya Wanê tê lidarxistin. Di pêşbirka raftîngê de, Serokê 2. Yê Federasyona Raftîngê yê Turkiyeyê Fîkret Yardimci, ji bo çapameniyê ragihand ku îro ji bajarên wek Wan, Colemêrg û Dersîmê teqrîben 200 werzişkar beşdarî vê pêşbirkê ne û bi vê şampiyonayê jî Şaxê di rojeva hemû cîhanê de ye. Yardimci da zanîn ku ji bo danasîna vî ciyê xweş, xebat û pêşbirkên wiha girîng in. 

Qaymeqam û Qayimê Şaxê Haci Asim Akgul ji bo mikrofona Kurdistan24 ragihand ku çem, xweza û hewayeke xweş û bêhempa li Şaxê heye, em saya lidarxistina pêşbirkên wiha hem danasîna wan xweşiyan dikin, hem jî baldarî û heskirina werzişê zêde dikin.

Haci Asim Akgul ji K24ê re got: “3 salên dawî bi rûdana gelek pirsgirêkan derbas bû. Ji bo ku welatî ji wan bandorên neyînî dûrbikevin çalakiyên wiha gîring in. Em naxwazin ku Şax bi buyerên aloz  û neyînî di rojevê de be, bila bi rafting û çalakiyên werzişî û şahî bê naskirin. Bi vê mebestê jî me tîmên werzişên damerandine, emê zêdetir çalakiyan jî bikin.”

Werzişkarên raftîngê, bi destpêkirina pêşbirkê re, li ser çamê Şaxê bêrikên xwe ji bo serkeftinê bikaranîn.

Muharem Parlak jî werzişkarê raftîngê ye û Çeleya navçeya Colemêrgê beşdarî pêşbirkê buye. Parlak jî diyar kir ku di nav vê xwezaya xweş dê ewê jî hewla serkeftinê bidin da ku bajar û tîma xwe bidin nasîn.

Werzişkarê Raftîngê Muharem Parlak dibêje: “Em 25 werzişkarên ji çele hene, ji bo 3. Pêşbirkê hatine Şaxê, di vê pêşbirkê de, em bi 5 tîman beşdarin û ev mehe em di avê de  amadekariyên xwe dikin hêvîdarim emê encamê baş bistînin.”

Pêşbirka Şampiyonaya RaftÎngê li Şaxê bi beşdariya ji 50 bajaran 59 tîman û 300 werzişkaran tê lidarxistin. hat ragihandin ku di salên pêş de jî dê lidarxistina van pêşbirkan berdewam bike.