Dahoud bû lîstikvanê Borussia Dortmund
K24 – Navenda Nûçeyan
Lîstikvanê stêrk ê futbolê ji Rojavayê Kurdistanê Mahmoud Dahoud bû lîstikvanê tîma navdar a almanî Borussia Dortmund û dê bibe xwedî formeya hejmar 19.
Ligor agahdariyên di medyaya almanî de Dortmund ji bo kirîna Dahoud 12 milyon pêşkeşî Monchengladbach, tîma kevn a Dahoud kiriye.
Mahmoud Dahoud di sala 1996an de li Amudê ya Roajavayê Kurdistanê hatiye dinyayê û jiyana xwe ya futbolê ya profesyonel di tîma Borussia Monchengladbach de destpêkiriye. Herweha di tîma neteweyî ya almanî ya 21salî de 7 caran lîstiye.