Manchester City bû dîrokî

Tîma Manchester City di dîroka Premier League ya Ingilîzî de, ku bi şêweyê xwe yê nû ji sala 1992an ve hatiye dirustkirin bû yekem tîm ku di nava 13 hefteyan de 37 xalan bidest bixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma Manchester City di dîroka Premier League ya Ingilîzî de, ku bi şêweyê xwe  yê nû ji sala 1992an ve hatiye dirustkirin bû yekem tîm ku di nava 13 hefteyan de 37 xalan bidest bixe.

Mancherster City herweha bi serkfetina di maç a hemberî Huddersfield Town de 2:1 biser ket û ev 11emîn serkeftinên liser hev bûn.

Manchester City ji alî Josep Guardiola tê rahênan û di Premier League de bi 8 xalan lipêş Mancherster United e, ku di rêza 2yemîn de tê.