Bîngol bi 5,5 pileyan hejiya, mirî û birîndar nînin
Li bajarê Bîngolê yê Bakurê Kurdistanê şevê din erdhêjek 5,5 pîle çêbû. Bi hezaran hemwelatî ji tirsa erdhêjê şeva xwe li derve derbas kirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Bîngolê yê Bakurê Kurdistanê şevê din erdhêjek 5,5 pîle çêbû. Bi hezaran hemwelatî ji tirsa erdhêjê şeva xwe li derve derbas kirin. Erdhêj, li navçe û bajarên derdorê jî hat hestpêkirin. Mirî û birîndar nînin lê hinek zerara maddî çêbû.
Derbarê erdêjê de Enstituya Lêkolîna Erdhêjê ya Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Boxazîçiyê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyanîyê, erdhêj şevê din saet li 01.27ê li navçeya Kixîyê çêbû. Ji ber tirsa erdêjê welatî derketin derve û heta saetên serê sibehê jî li ser kolan û rêyan sekinîn.