HDP rexne li operasyona Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê digire
Sancar rexne li operasyona leşkerî ya ku Tirkiye li Avaşîn, Zap û Basyanê yên li nava xaka Herêma Kurdistanê li dijî PKK’ê daye destpêkirin girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê Mîthet Sancar ji ber operasyona Tirkiyê ya li ser sînorê Hêrama Kurdistanê rexneyên tund li desthilatê girtin. Sancar da xuyakirin, desthilatê hebûna xwe bi berdewamkirina şer girê daye û bi siyaseta şer dijbereyan jî bêbandor dike.
Sancar di axaftina xwe ya li Civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de, rexne li operasyona leşkerî ya ku Tirkiye li Avaşîn, Zap û Basyanê yên li nava xaka Herêma Kurdistanê li dijî PKK’ê daye destpêkirin girt û got:
“Hebûna desthilatê, girêdayî berdewamiya şer e. Niha êrişî Herêma Kurdistana Federal kirine. Ev ne operasyona derveyî sînor e, ev şer e. Dixwazin navçeyê her tim di nav şer de bihêlin. Dixwazin bi şer bandor li siyasetê bikin. Dixwazin her kesî bikişînin ku di vê eniyê de cih bigirin, belkî neçar bin, lê kes neçarî van siyasetan nabe. Dixwazin her kes di her operasyoneke derveyî sînor de li pişt desthilatê rêz bibin. lê sûda ti aliyekî ji vê nîne. Ev lîstik e, siyaseta şer tenê hejarî û belangazî û faşîzmê tîne.”
Artêşa Tirkiyê ji berî du rojan ve li navçeyên çiyayî yên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyan ji asîman û bejahî ve li dijî PKK’ê dest bi operasyonê kiribû.
Li ser vê operasyonê Wezareta Derve ya Iraqê, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bangî wezaretê kir û peyama nerazîbûna hikûmeta Iraqê radestî wî kirin.
Hikûmeta Iraqê daxwaza xwe ya ji bo vekişîna hemû hêzên Tirkiyê ji nav axa Iraqê nû dike, bi awayekî ku pabend bibe bi rêzgirtina li serweriya wê ya niştimanî.