PSK: Em şehîdê Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) peyamek bi boneya salvegera 78emîn a bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed de belav kir û tê de ragihand, “Qazî Mihemed bi kesayetiya xwe ya têkoşer, bi taybetmendiyên xwe yên sermirovî û mîrasa xwe ya dîrokî hêza me xurt dike û rêya me ronî dike.”

Peyama PSKê wiha ye:

Em di salvegera şehadeta wan de rêberê Komara Yekemîn a Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên wî bi rêzdarî û hesret bibîr tînin.

Pêşewa Qazî Mihemed rêberekî bêhempa ye ku xwe bexşê azadî û rûmeta gelê Kurd kirîye.

Qazî Mihemed yek ji mezintirîn lehengên dîrokê ye ku ji bo parastina can û namûsa gelê xwe sîngê xwe li dijê dijminan kirîye mertal.

Bi helwesta xwe ya birûmet, wêrekiya bêhempa, dilsoziya bi gelê xwe û bi bawerîya doza azadiyê, di dilê gelê Kurd de cih girtiye û li esmanê Kurdistanê bûye ala .

Tovê hemû destkeftiyên ku me îro bi dest xistine, Herêma Federe a Kurdistanê jî di nav de, di serdema Komara Kurdistanê ya Mehabadê de hatine çandin.

Qazî Mihemed bi kesayetiya xwe ya têkoşer, bi taybetmendiyên xwe yên sermirovî û mîrasa xwe ya dîrokî hêza me xurt dike û rêya me ronî dike.

Bi vê minasebetê di şexsê Pêşewa Qazî Mihemed de em hemî şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî, hezkirin û serbilindî bibîr tînin.

 31.03.2025

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 
Fly Erbil Advertisment