Sirî Sureya Onder tûşî kirîza dilî bû

Sirî Sureya Onder
Sirî Sureya Onder

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Şanda Îmraliyê û Dem Partiyê û Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê Sirî Sureya Onder ji ber kirîza dilî ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin û niha li pişka çavdêriya çir e.

Dem Partiyê li ser saxlemiya Sirî Sureya Onder ragehandinek parve kir û tê de amaje da, “Endamê Şanda Îmraliyê û Dem Partiyê û Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê Sirî Sureya Onder seet 11ê şeva borî ji ber kirîza dilî ji bo yek ji nexweşxaneyên Stenbolê hat veguhastin.”

Her di wê ragehandinê de hatiye, operasyoneke bizehmet ji bo Sirî Sureya Onder hat kirin û niha li pişka çavdêriya çir e.

Li dû zanyarên hejmareke medyayên Tirkiyeyê, niştergeriyek ji bo Sirî Sureya Onder hatiye kirin ku zêdetir ji heft seetan vekêşaye, lê ji bo piştrastbûna ji saxlemiya wî niha jî li pişka çavdêriya çir hatiye nivandin.

Biryar e Dem Partî paştir di ragehandinekê de li ser rewşa saxlemiya Sirî Sureya Onder ronkirinekê parve bike.

 
 
Fly Erbil Advertisment