Hêşta jiyana Onder di metirsiyê de ye

Sirî Sureya Onder
Sirî Sureya Onder

Navenda Nûçeyan (K24) - Ew nexweşxaneya ku Sirî Sureya Onder tê de li bin çavdêriya çir e radigehîne, “Heta niha metirsî li ser jiyana Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê maye.”

Nexweşxaneya “Florence Nightingale”ê li Stenbolê îro (În, 18.04.2025) ragehand, “Bi awayekî giştî rewşa tendirustiya Onder wekî xwe ye, çavdêrîkirina wî li pişka çavdêriya çir wekî duhî berdewam e, bizavên me ji bo çarekirina hewdanê berdewam in. Gelek metirsî li ser jiyana nexweşê me berdewam e.”

Endamê Şanda Îmraliyê û Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê Sirî Sureya Onder seet 11:00 ê derengê şeva Sêşemê (15.04.2025) ji ber kirîza dilî ji bo yek ji nexweşxaneyên Stenbolê hat veguhastin, herwesa piştî operasyonê ji bo pişka çavdêriya çir hat veguhastin.

Sirî Sureya Onder li roja 07.07.1962ê hatiye ser dinyayê, kesatiyekê siyasî û derhênerê filman û aktorekî Tirk e, niha jî Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê ye.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment