Macron: Em ti carî Kurdên Sûriyeyê bê piştgirî nehêlin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron Piştî hevdîtina bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re, got, “Aramiya Sûriyeyê ji bo ewlehiya herêmî û Ewropayê girîng e û em piştgiriyê didin rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê.”
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro 7ê Gulanê li Koşka Elysee ya serokatiyê, pêşwazî li Serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şer'a kir. Piştî hevdîtinê, Emmanuel Macron di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş ligel Ehmed Şer'a de ragihand: “Em pabendî daxwazên gelê Sûriyê ne û pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyê parastî bin."
Macron herwiha got: “Aramiya Sûriyê ji bo ewlehiya herêmê û Ewropayê jî girîng e, û em piştgiriya rakirina gav bi gav dorpêçên li ser Sûriyê dikin.”
Macron bal kişand ser girîngiya rêkeftina di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de û got: “Peymana di navbera HSDê û Şamê de gelek girîng e, ez hêvîdar im ew peyman bi temamî bê cîbicîkirin.”
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tekezî li ser wê yek kir ku ew ti carî Kurdên Sûriyeyê bê piştgirî nehêlin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Sûriyê Ehmed Şer'a jî di kongreya rojnamevanî de got: “Em spasiya piştgiriya hikûmet û gelê Fransayê dikin. Fransa zû ji êş û azarên gelê Sûriyê têgihişt.”
Şer'a da zanîn: “Me ligel Serok Macron behsa bihêzkirina têkiliyên di navbera Fransa û Sûriyê de kir. Ji nû ve avakirina Sûriyê mijareke din a civîna me bû. Niha jî gefên ewlehiyê li ser Sûriyê hene, û selametiya welatiyên Sûriyê karê me yê pêşîn e.”
Ehmed Şer'a tekez kir: “Li hemberî êrîşên taîfî, me demildest tevgeriya. Fitneya taîfî cihê wê li Sûriyê nîne û nabe bi ti awayî destwerdana derve di karûbarên Sûriyê de bê kirin.”