Şer'a li Parîsê: Em danûstandinên nerasterast bi Îsraîlê re dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şer'a ragihand, Şam bi rêya navbeynkaran "danûstandinên nerasterast" bi Îsraîlê re dike, bi armanca aramkirina rewşê.
Şer'a îro 7ê Gulanê di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee derbarê danûstandinên nerasterast bi Îsraîlê re, got: “Danûstandinên nerasterast bi rêya navbeynkaran tên kirin ji bo aramkirina rewşê û hewldana kontrolkirina rewşê da ku tişt negihîjin asteke ku ji kontrola herdu aliyan derkeve.”
Şer'a tekez kir: “Em hewl didin ku bi hemû welatên ku pêwendiya wan bi aliyê Îsraîlî re heye biaxivin, da ku zextê li wan bikin ku destêwerdana karûbarên Sûriyê, binpêkirina asmanê wê û bombebarankirina hin binesaziyên wê rawestînin.”
Ji dema hilweşîna rêjîma Beşar Esed di Berçileya 2024an de, Îsraîlê bi sedan êrîş li ser cihên leşkerî li Sûriyê pêk anîne, bi hinceta rêgirtina li ketina cebilxaneya leşkerî ya rêveberiya berê bo destê rêveberiya nû ku wê wek “cîhadî” bi nav dike.
Artêşa Îsraîlê derbasî nav herêma bêçek a li Colanê bûye û hêzên wê dem bi dem ber bi herêmên di kûrahiya başûrê Sûriyê de pêşde diçin.
Şer'a destêwerdanên Îsraîlê wek binpêkirina rêkeftinê bi nav kir û got: “Wan peymana 1974an binpê kirine, ku me ji dema gihîştina me bo Şamê ji hemû aliyên pêwendîdar re ragihandiye ku Sûriye pabendî peymana 1974an e.”
Herwiha destnîşan kir, divê Hêza Neteweyên Yekgirtî ya Çavdêriya Veqetandina Hêzan (UNDOF) vegere ser xeta veqetandinê, xeta şîn.
Îsraîlê di demên dawî de gefên xwe dubare kirine, bi taybetî piştî destdirêjiya li ser Durziyan ku vê mehê li du herêmên Durziyan li nêzîkî Şamê rû dan û li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, zêdetirî 120 kes tê de hatin kuştin.
Li ser van gefan, Îsraîlê êrîşeke asmanî li derdora Koşka Serokatiyê li Şamê pêk anî. Piştî êrîşê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyeke hevbeş de ligel Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got: “Ev peyameke zelal e ji bo rejîma Sûrî. Em ê rê nedin belavbûna hêzên (Sûrî) li başûrê Şamê û rê nadin gefxwarina li ser pêkhateya Durizî bi ti awayî.”