Pizîşkiyan ji Macron re: Gelê me ti carî serî li ber ti gef û hejmonê natewîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di pêwendiyeke telefonî de bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re ragihand, divê Amerîka bersiva destdirêjiya xwe ya li ser axa Îranê werbigire û tekez kir ku "gelê Îranê ti carî serî li hember gef û hejmonê natewîne."

Li gor daxuyaniya Serokkomariya Îranê, Pizîşkîyan ji hevtayê xwe yê Fransî re gotiye: "Amerîka êrîş kiriye û binkeyên me yên petrol û atomî kirine armanc, lewma pêwîst e bersiveke guncaw ji bo destdirêjiya xwe werbigire."

Pizîşkiyan herwiha destnîşan kiriye, "Em her tim ji bo danûstandinan amade bûn, lê aliyê hember li şûna ku mentiqê qebûl bike, daxwaza xweradestkitina gelê Îranê dike," û tekez kir ku gelê Îranê ti carî stûyê xwe li hemberî ti gef û hejmonekê xwar nake.

Êrîşa Amerîkayê û daxuyaniya Trump

Îro 22ê Hezîranê firokeyên şer ên Amerîkayê hersê binkeyên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê bombebaran kirin.

Piştî êrîşê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû: "Me êrîşa xwe ya gelekî serkeftî ya li ser sê binkeyên atomî yên Îranê bi dawî kir, ku Fordo, Netenz û Îsfehan bûn."

Trump herwiha gotibû: "Pîrozbahiyê li serbazên me yên mezin ên Amerîkî dikim. Ti artêşeke din li cîhanê tune ye ku bikaribe vê yekê bike. Niha dema aştiyê ye."

 
Fly Erbil Advertisment