Mithet Sancar: Pêngava danîna çekan giringiyek xwe ya dîrokî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Şanda Îmraliyê yê DEM Partiyê û siyasetmedar Mîdhat Sancar, di hevpeyvîneke taybet bi Kurdistan24ê re, pêngava dawî ya danîna çekan a PKK'ê û bandora wê ya li ser siyaseta Tirkiyeyê û herêmê nirxand. Sancar balê dikişîne ser girîngiya dîrokî ya vê pêngavê, cudahiyên wê ji pêvajoyên berê, û erkên ku dikevin ser milê hemû aliyan ji bo avakirina aştiyeke mayînde. Evê li jêr naveroka hevpeyvînê ye:

Pêngaveke Dîrokî: Çek bêdeng bûn

Mîdhat Sancar got: Pêngava danîna çekan giringiyeke xwe ya dîrokî heye. Divê em vê giringiyê bizanin. Bûyereke dîrokî bû, ku rû da! Em bûn şahidên rûdaneke dîrokî. Ji ber ku PKK ne tenê li welatekî, lê li çar parçeyên Kurdistanê rêxistinkirî ye û wek yek ji rêxistinên çekdar ên herî mezin ê cîhanê tê zanîn ku zêdetirî 40 salan e li Tirkiyeyê şerê çekdarî dimeşîne. Ji sala 1993'an ve, gelek caran hewldanên aştiyê hatin rojevê; Pêvajoya Osloyê di 2009'an de û Pêvajoya Çareseriyê di navbera 2013-2015'an de mînakên herî berbiçav in. Lê belê, pêvajoya îro ji hemûyan cuda ye. Danîna çekan di vê qonaxê de, ne tenê bûyereke sembolîk e; ew nîşandana îradeyeke gelek xurt û baweriyeke mezin a bi çareseriya siyasî ye.

Guherînên li Rojhilata Navîn û bandora wan

Amaje bi wê jî kir: Ji bo fêmkirina sedema vê pêngava mezin, divê em li rewşa Rojhilata Navîn binêrin. Bûyerên ku piştî 7'ê Cotmeha 2023'an dest pê kirin, rewşa herêmê bi temamî guherand. Rojhilata Navîn dikele û hevsengiyên nû derdikevin holê. Di demên wiha de ku guherînên stratejîk çêdibin, alozî û pevçûn jî zêde dibin. Di rewşeke wiha aloz de, biryara rêxistineke xwedî 40 sal tecrubeya şer a ji bo danîna çekan, ne tenê ji bo Tirkiyeyê û Kurdên li wir, lê ji bo Kurdên li tevahiya herêmê – li Başûr, Rojava û Rojhilat – xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ev biryar, nîşaneya îradeyeke bihêz e ku pirsgirêk êdî bi rêyên siyasî werin çareserkirin.

Modeleke Xweser: Pêşî çek, paşê siyaset

Endamê Şanda Îmraliyê got jî: Ez bi hêvî me, lê dizanim ku ev rê ne hêsan e. Ev ne dawiya rê ye, belkî destpêka pêvajoyeke nû û girîng e. Cudahiya sereke ya vê pêvajoyê ji mînakên din ên li cîhanê ew e ku rêbaz berevajî hatiye meşandin. Li piraniya welatên ku nakokiyên çekdarî hebûn, pêşî diyalog, muzakere û rêkeftin çêbûn û di dawiyê de çek hatin danîn. Li vir, berevajî vê, pêşî çek hatin danîn da ku rê li ber siyaseta demokratîk vebe. Ev yek hinekî dişibe mînaka ETA'yê li Spanyayê ku bêyî rêkeftinekê çek danî, lê dîsa jî pêvajoya me xweseriyên xwe hene.

Bangewaziya Birêz Ocalan a di 27'ê Sibatê de bi navê "Bangewaziya Aştî û Civata Demokratîk" bingeha vê modelê datîne. Naveroka wê ev bû: "Em aştiyê û avakirina civateke demokratîk dixwazin. Ger çek ji bo vê yekê asteng be, ez çekan ji holê radikim." Ev yek ji bo hemû aliyan, ji dewletê bigirin heta hêzên siyasî û civakî, zemîneke nû ya têkoşînê vedike û her kesî dike xwedî berpirsiyarî.

Banga ji bo piştgiriyê: Erkê hemû akteran

Da zanîn: Ocalan bi rakirina faktora çekan, bang li hemû akterên siyasî yên li herêmê, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê kir, da ku ji bo çareseriyê û aştiyê bikevin dewrê. Dema ku îradeya danîna çekan ji destpêkê ve tê nîşandan, piştgirîkirin jî hêsantir dibe. Me dît ku akterên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, hem li Hewlêrê hem jî li Silêmaniyê, bi erênî nêzîk bûn. Serok Barzanî her dem piştgiriya çareseriya siyasî û diyalogê kiriye, her weha rehmetî Mam Celal jî ji sala 1993'an ve di nav hewldanan de bû. Piştgiriya wan a li ser erdê gelekî bi qîmet e, ji ber ku şerê çekdarî bandoreke neyînî li Başûr û Rojava dikir. Her wiha, pêkhatina çalakiya danîna çekan li Başûrê Kurdistanê, li nêzîkî Silêmaniyê, bi xwe peyameke girîng bû.

“Civak piştgir e, lê hîn jî bi guman e”

Sancar destnîşan kir: Guhertina zîhniyeta ku zêdetirî 100 salan e li ser înkar û dijminatiyê ava bûye, ne hêsan e. Lêbelê, li gorî rapirsiyan, niha nêzîkî 70% ê civaka Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoyê. Dema ku pêvajo di sala 2013'an de dest pê kir, ev rêje di bin 50% de bû, lê bi avêtina gavên wêrek gihişt heta 87%. Helbet, piştgirî û bawerî ne heman tişt in; rêjeya kesên ku bi serketina pêvajoyê bawer dikin kêmtir e.

Ji bo ku bawerî zêde bibe, divê hemû alî fêm bikin ku aştî di berjewendiya her kesî de ye. Zêdetirî 40 salan e ku Tirkiye serweteke mezin a aborî di şer de xerc dike, ev yek bûye sedema krîzên kûr û hejariyê. Bêdengkirina çekan tenê têrê nake; ji bo aştiyeke civakî ya mayînde, divê sedemên ku rê li ber şer vekirin ji holê werin rakirin. Divê dewlet û siyaset xwe biguherînin, em jî divê xwe biguherînin.

Ji Bêdengkirina çekan ber bi destûreke nû

Endamê Şanda Îmraliyê got jî: Dema ku rêxistineke çekdar çekan datîne, dev ji armancên xwe bernade. Ew tenê rêbaza têkoşînê diguherîne. Ji bo ku siyaset bibe alternatîfa çekan, pêdivî bi siyaseta demokratîk heye. Siyaseta demokratîk jî bi azadî, maf, saziyên serbixwe û dadweriyeke bêalî pêkan e. Pêngava dawî derfeteke zêrîn ji bo vê vedike, lê ji bo ku ev derfet bibe pratîk, divê her kes erka xwe bi cih bîne.

Çandina hêviyên wekî "dê demokrasî tavilê were Tirkiyeyê" ne rast e. Divê gav bi gav rê ji bo Destûreke Nû û demokratîk were paqijkirin. Di rewşa heyî de, zemîneke tam amade nîne. Divê pirsên wekî rewşa girtiyan, kesên li sirgûnê û yên çek danîne çi bibe, werin çareserkirin. Pêdivî bi guhertina yasayên ku azadiyan teng dikin heye. Dema ku zemîneya demokrasiyê ava bû û azadî berfireh bûn, wê demê em dikarin li ser Destûreke Nû ku mafên Kurdan û wekheviya hemû gelan misoger bike, gengeşeyên cidî bikin. Ev derfet niha li ber me vebûye.

 

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment