HSD û hikûmeta Sûriyeyê li Parîsê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo civîneke girîng bi şandeke hikûmeta Sûriyeyê re, diçe paytexta Fransayê, Parîsê. Tê payîn ku ev hevdîtin bi serpereştiya Fransa û Amerîkayê birêve biçe.

Li gorî zanyariyên medyayî, di vê serdanê de Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û hejmarek berpirsên din bi Mezlûm Ebdî re ne. 

Şanda hikûmeta Sûriyeyê jî dê bi serokatiya Wezîrê Derve Es'ed Şeybanî beşdar bibe. Herwiha Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Thomas Barak û berpirsên payebilind ên Fransayê jî dê di civînê de amade bin.

Hate diyarkirin, amadekariyên ji bo vê civînê berî çend rojan ji aliyê Wezareta Derve ya Fransayê ve hatine kirin û dê di bin çavdêriya rasterast a Serokê Fransayê Emmanuel Macron de were lidarxistin.

Armanca sereke ya van hevdîtinan ew e ku rêyên gihîştina lihevkirinekê ji bo tevlîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nava artêş û saziyên dewleta Sûriyeyê de bên gotûbêjkirin.

Ev hewldana nû piştî wê yekê tê ku danûstandinên meha borî yên di navbera şanda Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de li Şamê bêyî ti encam bi dawî bûbûn. Sedema sereke ya têkçûna wan danûstandinan, redkirina Şamê ya ji bo sîstema nenavendî bû.

 
Fly Erbil Advertisment