Waşinton plana Macron ji bo itîrafkirina bi dewleta Filistînê red dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro (În, 25ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Waşinton plana Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo itîrafkirina bi dewleta Filistînê red dike û wê planê wekî biryareke bêwijdanane binav dike.
Marko Rubio di postekî de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Ev biryara bêwijdanane tenê xizmeta Hamasê dike û rêyê li aştiyê digire.”
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li roja Pêncşemê ragihand, “Fransayê niyet heye ku li meha bê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de itîrafê bi dewleta Filistînî bike.” Hêvî jî kir ku, ev yek ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn alîkar be.”
Macron li ser torên civakî yên X û Instagramê nivîsiye, "Ji bo bicihanîna pabendbûna xwe ya dîrokî ya ji bo aştiyeke dadperwerane û berdewam li Rojhilata Navîn, min biryar daye ku Fransa itîrafê bi dewleta Filistînê bike. Ez dê vê yekê bi awayekî fermî li meha bê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de rabigihînim."
Navbirî herwesa gotiye, "Niha serpişkiya lezgîn rawestandina şerê li kertê Xezzeyê û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo şêniyên sivîl ên wî kertî ye. Aştî mimkun e. Ji bo bidestxistina wê jî, agirbesteke tavilê û berdana hemî rehîneyan û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên berfireh ji xelkê Xezzeyê re gelek girîng in.”
Serokê Fransayê herwesa got, "Misogerkirina bêçekkirina Hamasê ligel ewlehî û ji nû ve avakirina kertê Xezzeyê pir girîng e."