Dadgeha Parîsê biryara dawiyê li ser girtina Beşar Esed dide

Beşar Esed
Beşar Esed

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Parîsê îro bi tometa bikaranîna çekê kîmyayî li dijî welatiyan biryara dawiyê li ser girtina Serokê Sûriyeyê yê berê Beşar Esed dide.

Ajnasa France Pressê îro (În, 25ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Dadgeha Têhelçûnê ya Parîsê îro di rûniştineke fermî de biryara girtina Serokê Sûriyeyê yê berê Beşar Esed dide.”

Wê ajansê amaje jî da, “Esed çekê kîmyayî li dijî welatiyan xwe bi kar aniye û tawanên li dijî mirovahiyê kirine, lewma divê bê girtin.”

Dadgeha Parîsê li Mijdara 2023ê biryara girtina Beşar Esed dabû, ji ber ku wî di şer û aloziyên sala 2013ê yên welatê xwe de li derdora Şamê çekên kîmyayî bi kar anîbûn û di encamê de zêdetirî hezar kesan hatibûn kuştin û bi sedan kesên jî birîndar bûn.

Tevî ku hikûmeta wê demê ya Sûriyeyê û hevalbendên wê ew tomet red dikirin, lê Dadgeha Parîsê biryara dawiyê l iser girtina Beşar Esed dide.

 
Fly Erbil Advertisment