Serok Barzanî û Konsolê Fransayê têkiliyên Kurdistan û Fransayê tekez kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê kir û pê re behsa pêşhat û qebxwaziyên deverê kir û tekez li ser têkiliyên dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de jî kir.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem kir.
Di wê civînê de, pêşhat û qebxwaziyên deverê bi giştî hatin behskirin û herwesa li ser rewşa siyasî ya Iraqê û têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî dîtin û nêrîn li hev hatin guhertin.
Her di wê civînê de tekez li ser têkiliyên dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de jî hat kirin.
